‘Çereseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn paradîgmaya Ocalan e’
Berdevka Hewldana Nûbihar Sawsan Şuman got “Pirsgirêkên Rojhilata Navîn, bi nêrîna teng a netewperest çareser nabin” û anî ziman ku çareseriya pirsgirêkan bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gengaz e.
MALVA MUHEMMED
Navenda Nûçeyan – Hêzên komploger, beriya 26 salan Abdullah Ocalan, bi komployeke navdewletî girtin û teslîmê Tirkiyeyê kirin. Ji wê demê ve heta niha ango ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Îmraliyê, di bin tecrîdê de ye.
Parêzer û berdevka Hewldana Nûbihar Sawsan Şuman têkildarî komploya navnetewî û têkoşîna jinan li dijî komployê bersiv da pirsên edîtora servîsa Erebî ya ajansa me Malva Muhemed.
Sawsan Şuman li ser sedema komployê bal kişand ku Abdullah Ocalan ne tenê serokê gelê Kurd, di heman demê de ramyarek ku ji bo edaletê fikrên wê hebûn û rêberekî cîhanî ye. Sewsan Şuman wiha got: "Teoriyên Ocalan û hewldanên wî, ji bo avakirina edaleta civakî û cîhaneke nû ne. Fikrên wî, li herêmeke weke Rojhilata Navîn ku bi mêtinkarî û cehaletê hatiye dorpêçkirin; ji bo parastina nasnameyên gelan û jiyana wekhev a bi hev re rê nîşan didin. Ev yek jî bi dilê dewletên ku bi mêtinkarî û cehaletê xwedî dibin nebû. Ji ber vê yekê, ji bo pêşî li belavbûna felsefeya Ocalan bigrin û biçewisînin, hemû hêzên xwe kirin yek. "
Sawsan Şuman, diyar kir ku Tirkiyeyê serkêşiya komploya navdewletî kiriye û hêzên kapîtalîst û emperyalîst jî destek dane vê komployê û wiha domand: "Felsefeya ku Ocalan pêşniyar dike, tenê ji bo çareseriya meseleya Kurd nebû. Ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyan pêşkêş dikir. Ji ber vê yekê dewletên ku xwedî pergalên cuda bûn, ji bo pêşî li fikrên wî bigrin bûn yek û komployê çêkirin."
Tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê
Sawsan Şuman, bal kişand ku tecrîda li Îmraliyê, mafên bingehîn ên ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatine dayîn binpê dike û go: "Girtîgeha Îmraliyê, li gorî zagonên komara Tirkiyeyê jî nîn e. Ocalan ji mafê hêviyê yê ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye pejirandin jî bêpar e. Ev mafê ku ji bo girtiyên muebeta giran hatiye dayîn, şert datîne ku piştî demek diyar û di mercên diyarkirî de xwedî hêviya berdanê bin lê Tirkiye vî mafê nade Ocalan."
Sawsan Şuman diyar kir ku hevdîtina Ocalan bi parêzer û malbatê re hatiye qedexekirin û got ku Tirkiye dixwaze dengê wî derkeneve û wiha domand: "Perala ku li Îmraliyê heye, ne hiqûqî ye zexta derûnî ye. Tirkiye hewl dide Ocalan bi tevahî tecrîd bike û pêşî li fikrên wî bigre lê ev yek nîşan dide ku hiqûqa navneteweyî, bi awayê vekirî tê binpekirin.”
Sawsan Şuman, got ku jin tecrîda li ser Ocalan binpêkirina mafen mirovan dibînin û bal kişand ser teoriyên Ocalan ên der barê wekheviya jin û mêr di civakê de û got: "Ocalan, di hemû teoriyên xwe de bal kişand ku wekheviya jin û mêr şert e. Vê teoriyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ket pratîkê. Li vê derê jin, ji pergala kotayê derbas bûn, di hemû waran de bûn xwedî nûnertiya ji sedî 50. Ev rêje, li cîhanê ya herî zêde ye.”
‘Jinên Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn ji bo spasiya ji Ocalan re beşdarî hewldanê bûn’
Sawsan Şuman wiha behsa armcanên hewldanê kir: "Jinên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur, ji bo spasiyê ji Ocalan re bikin dest bi vê hewldanê kirin. Em dixwazin fikr û ramanên wê yên der barê mafên jinan de belav bikin û ji zêdetir jinan re vebêjin. Ji Emerîkaya Latîn, heta Ewropa û Rojhilata Navîn, gelek jin beşdarî vê hewldanê bûn."
Sawsan Şuman bal kişand ku Ocalan gotiye civaka ku pergala wê jinan nas neke bi pêş nakeve û diyar kir ku têkoşîna jinan ji ber vê yekê girîng e û got: "Bi fikrên Ocalan Hêzên Parastin Jin (YPJ) ava bû. Ev yek nîşan dide ku jin xwedî hêzeke wisa ne dikarin hem xwe, hem jî civakê biparêzin."
Fikrên Ocalan û nexşeriya ku ji heft bendan pêk tê
Sawsan Şuman diyar kir ku Ocalan di peyama xwe ya dawî de bi heft bendên nexşeya rê, hevgirtina di nava gelan de bihêz kiriye û got ku ev heft bend mifteya hevsengiya polîtîk a li Rojhilata Navîn e. Sawsan Şuman wiha domand: “Heft bendên ku Ocalan diyar kirine, rewşa siyasî ya heyî û berjewendiyên gelan pênase dikin. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn, bi nêrîna teng a netewperest çareser nabin. Ocalan hebûna çandên li herêmê li ber çavan girtiye û ji bo çareseriyê konfederalîzmê pêşniyar kir."
Sawsan Şuman bal kişand ku li dijî pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan, hemû hêz bûne yeke û wiha got: "Rojhilata Navîn an di destên dîktatoran de ye yan jî di nava kaosê de ye. Ji ber ku Ocalan riya 3’yemîn pêşniyar kir bû hedefa dewletan."
Sawsan Şuman, di dawiyê de got ku ew ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin û got: "Fikr û ramanên Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê çareserî ne. Ji ber wê em ê destûr nedin pêşî li fikrên wî bigrin.”